Çavuşoglu: Heke Amerîka me mijûl bike,Em dê bikevin bakûra Suriyê û YPG-PKK ji wir derxîn in

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, ew rijtin li Rojhelatê Feratê Herêmeke Ewle ava bikin û derbarê vê jî gav avêtine. Da zanîn jî, eger Amerîka wek Minbicê wan mijûl bike, ewê bi serê xwe bikevin herêmê û YPG-PKK ji wê derê derxe.

K24- Hewlêr

Mevlut Çavuşoglu - wezîrê derve yê Tirkiyeyê got: Derbarê Rojhelatê Feratê de, me biryara xwe nîşan da û me gav avêtin. Em vê dibêjin, yan em bi hev re dê paqij bikin, yan jî Tirkiye bi serê xwe re bikeve herêmê û wê derê ji terorîstan paqij bike. Çawa ku me Efrînê paqij kir, çawa me Cerablusê ji DAIŞ paqij kir, em YPG-PKK ji Rojhelata Feratê dê derxin in. Baca wê çibe jî, dê bihêt  paqijkirin. Di biryarbûna me de tu guhertin nîne û êdî em rê nadin Amerîka wek Minbicê me mijûl bike. Me bi aweyek aşkera ji wan re jî gotiye. Mixabin li Minbicê pabendê sozên xwe nebûn. Em li ser nexşerêya Minbicê rêkeftibûn, lê ew pabendê soza xwe nebûn.