Amerika rola Serok Barzanî bilind dinirxîne

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr amade bû. Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Balyozê nû yê Amerîka jî pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya pêkanîna aramî û çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina dostayetiya di navbera Kurdistan û Amerîka de hebû. Her wiha hewlên Serok Barzanî ya ji bo baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bilind nirxand û ragihand ku welatê wan wiha pêşbînî dikin ku baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda xizmet bi berjewendiya her dû aliyan û aramiya Iraq û navçeyê de dike.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û pêşveçûna proseya siyasiya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Gefa hizra tundî û terorîstên DAIŞ û çawaniya rûbirûbûna DAIŞ û nehiştina wê, mijareke din ê vê civînê bû.

 

 

C.B