Graham: Nabe Rûsya, Tirkiye û Esed herêma aram birêve bibin

Graham: Erdogan vîdyoya êrîşên terorîst ên PKK nîşan da. Wî jî, jê re gotiye dixwaze vîdyoyên êrîşên Tirkiyê ser Suriyê jî, nîşan bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Mezine Senatorê Komariyan Lindsey Graham, ku di civîna Serokên Amerîka û Tirkiyê de beşdar bû ragihand, ku Erdogan vîdyoya êrîşên terorîst ên PKK nîşan da. Wî jî,  jê re gotiye dixwaze vîdyoyên êrîşên Tirkiyê ser Suriyê jî, nîşan bidin.

Amaje kir, ku navçeya aram dixwazin. Lê nabe Tirkiye, Rûsya û Esed birêve bibin. Got jî, YPG û Kurd di alîkarîkirina Amerîka dijî DAIŞê qurbanî dan e. Graham got, dixwazin ku pêwendiya wan ligel Tirkiyê hebe, lê tu caran rê nadin sîstema S400 serbigre, jiber ku dijî berjewendiyên Amerîka û balefirên F35 e.

 

 

C.B