Çavûşoglu bersiva Serokê Amerîka dide

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyek Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ya Sala 2015an bersiva Serokê Amrîka Donald Trump da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyek Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ya Sala 2015an bersiva Serokê Amrîka Donald Trump da.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatibû, “Gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ya 26ê Hezîrana 2015an ku goti bû: Ew bang li hemû cîhanê dike, berdêla wê çiqas giran be, destûr nedin di Bakurê Sûriyê de, dewletek bê damezrandin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu bersiva Trump da û got: “Me ji wan re gotibû ku em ji ti gefan natirsin. Gefên aborî jî dê bê encam bin, pêwîst bike gelê me dê birçî jî bimîne!”

Çavûşoglu her wiha ragihand, Tirkiye ne dijminê Kurdan e. Di dîrokê de jî herî zêde Tirkiye kurd parastiye.

Serokê Amrîka Donald Trump, di derbarê gefên Tirkiyê yên Ser Rojavayê Kurdistanê de, li Twîttera xwe nivîsîbû: “Heger Tirkiye êrişê bînin ser Kurdan ewê ji aliyê aborî ve, wan hilweşînin.”

 

S. B