ENKS beşdariya di civînên Îtîlafê de rawestand

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarbûna nûnerên xwe di civînî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarbûna nûnerên xwe di civînî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de rawestandin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, ENKS di civîna xwe ya îro de biryar da, beşdariya nûnerên xwe di civînên Îtîlafê de rawestîne.

Mihemed Îsmaîl dazanîn, ev biryar bi koma dengan hat pejirandin û diyar kir, ew biryar ji bo wê yekê ye, ta danûstandinên zêdetir bikin û bigihin bijardeya guncaw.

Ev biryara ENKSê piştî wê yekê tê, pêr Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û bi binpêkirina yasayên navdewletî binav dike.

ENKS tekez kir jî, beşdariya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Îtîlafa opozîsyonê Sûriyê hatiye û ENKS jî wê yekê şermezar dike.

 

 

S. B