Mesrûr Barzanî çend pirsên ewlehiyê bi şandeke bilind a Brîtanyayê re guftûgo dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mezin Şêwirmendê Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn John Lorimer behsa mîkanîzma peydakirina ewlehiyê li navçê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mezin Şêwirmendê Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn John Lorimer behsa mîkanîzma peydakirina ewlehiyê li navçê kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks amade bû, dawî pêşhatên navçê, pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û mîkanîzma hevahengiya zêdetir di warê dijî terorê de hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî hevkariyên Brîtanya ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxand û pêşwazî li piştevaniya Brîtaniyayê ya di pêngava çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge kir û daxwaz kir ku Brîtanya bi rahênana hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be û Herêma Kurdistanê sûdê ji wê programa rahênanê ya pişketî ya ji hêzên Iraqê re hatiye diyarkirin werbigire.

Ji aliyê xwe ve, General John Lorimer anî ziman ku Brîtanya dixwaze û amade ye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfireh bike bi taybet di warê perwerdekirina Pêşmerge de.

 

S. B