Tirkiye: 13 akademisyen hatin binçavkirin

Li Tirkiyê rewşenbîr û akademisyen jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê dibêje, êdî dadgeh wek amêrên fişarê tên bikaranîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê rewşenbîr û akademisyen jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê dibêje, êdî dadgeh wek amêrên fişarê tên bikaranîn.

Di çarçoveya doza Karsaz û Çalakvanê Sivîl Osman Kavala de ku salekê zêdetir bêdozname girtî ye, 13 akademîsyen, rewşenbîr û rêveberên Komeleya Çanda Anadoluyê hatin binçavkirin.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Metîn Feyzîoglu da xuyakirin,  ew li van binçavkirinan bi tirs û gumanan temaşe dikin û da zanîn, hember Cemaeta Gulen têkoşîneke mafdar tê dayîn, lê bi heman rêbazan fişar li ser civakê tê dirustkirin.

Feyzîoglu got, Tirkiye bi van operasyonan wek welateke antidemokratik tê nîşandayîn û got, hewlên weha hêzên cudahîxwazî û terorê bihêz dikin.

 

 

C.B