"Aramiya navçeyê bi çareserkirina pirsa Kurd ve girêdayî ye"

Li Diyarbekirê ji aliyê Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan ve li ser Pirsgirêka Kurd panelek hat lidarxistin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê ji aliyê Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan ve li ser Pirsgirêka Kurd panelek hat lidarxistin. Di panele de Pirsgirêka Kurd ji aliyê hiqûqî û siyasî ve hat nirxandin. Panelîstan ragihandin ku, ev 10 sal in Pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û ji ber polîtîkayên li hemberî Kurdan Kurd jî bihêrs bûne. Beşdarên panelê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd gotin ku divê bêyî Dewletê Kurd di nava xwe de mijara dest ji berdana çekan jî nîqaş bikin.

Li Diyarbekirê ji aliyê Weqfa Tahîr Elçî ya Mafê Mirovan ve li ser Pirsgirêka Kurd panel hatin lidarxistin. Di panelên ku du rojan berdewam kir de Pirgsirêka Kurd û rêyên çareserkirina pirsgirêkê hat nîqaşkirin. Panelîst Dr. Cuma Çîçek Akademîsyenê ku bi Biryarnameyên Bi Hikmê Zagonî ji Kar hatibû dûrxistin e. Çîcek got; ev 100 sal e Dewleta Tirk nekarî polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan bibe serî û vê polîtîkayên şaş jî gelek zirar gihand hemû aliyên civakê.

Dr. Cuma Çîçek ji K24ê re got: "Li gorî çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya 2013 û 2015'an dê Tirkiye jî Kurdan sûd jê wergirtana. Lê dema ku em îro lê dinêrin jixwe Tirkiye bi temamî wenda dike û Kurd jî wenda dikin. Ji beriya 3 salan Tirkiye dikarî pêşengiya hemû Kurdan bike ango pêşengiya Kurdên her çar aliyan bike. Lê ji ber biryarên şaş ev derfet ji dest da. Îro ji Mahabadê heta Qamişlo, ji Diyarbekirê heta Stenbol û Washîngtonê bûye navenda nefreta Kurdan. Ev ji bo Dewletê têkçûyîneke mezin e."

Gelek mafnas, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatî beşdarî panelên ku bi rêveberiya akademîsyen Prof. Dr. Azîz Yagan û Doçent Dr. Vahap Coşkun de hat birêvebirin de bûn. Panelîstan gotin ku ji ber çaresernekirina Pirsgirêka Kurd Tirkiye jî di qada navxwe û navdewletî de bi qeyrana aborî û siyasî re rû bir û ye. Beşek ya panelê li ser bandora qedexekirina derketina derve ya li ser civakê bû. Mafnas Mehmet Emîn Aktar got; qedexekirina kûçe û kolanan berdewamiya polîtkayên dîrokî yên li ser Kurdan e û bi qedexeyan hemû mafên kesayetî û civakî hatin binpêkirin.

Mafnas Mehmet Emîn Aktar dibêje: "Bi qedexeyan re mafê milkîyeta welatiyan tê binpêkirin, xaniyên wan hatin hilweşandin. Zarok û xwendekar ji mafê perwerdehiyê bûn, welatî ji mafê tendûrîstiyê bûn, mafên xebatê hatin binpêkirin. Karsazan nekarîn mafên xwe bi kar bînin."

Di panelê de rexne li siyaseta HDP'ê jî hat girtin û hat gotin ku, HDP'ê nekarî bi girseyî bersiva polîkayên li ser Kurdan bide. Her dîsa beşdarên penelê gotin ku divê Kurd di nava xwe de mijara dest ji berdana çekan jî nîqaş bikin. Panelîstan rexneyek li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa'yê jî girt in û gotin ku, Dadgeh li mafê Kurdan xwedî derneket. Li gorî nirxandina panelîstan heta ku Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin dê Dewletên bi meseleyê ve pêwendîdar jî nikarin aram û pêşketî bin.