CHP: Em grevên birçîbûnê wek rêyeke têkoşînê nabînin

Li Tirkiyê berev hilbijartinên herêmî ve ji bilî zextên li ser Partiya Demokratîk A Gelan HDP tên kirin grevên birçîbûnê yên 320 endam û siyasetmedarên HDPê jî di rojevê de ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê berev hilbijartinên herêmî ve ji bilî zextên li ser Partiya Demokratîk A Gelan HDP tên kirin grevên birçîbûnê yên 320 endam û siyasetmedarên HDPê jî di rojevê de ne. Parlamentera Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di roja 93an de li mala xwe grêva birçîbûnê didomîne. Ligel ku HDPê dibêje ger di vê proseyê de geşadanên xirap pêk werin berpirs desthilat e, CHP dibêje ew grêvên birçîbûnê rêyeke têkoşînê nabînin.

Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî zextên ser partiyên mixalefetê bi taybetî jî zextên ser Partiya Demokratîk A Gelan HDP, grevên birçîbûnê yên parlamenter û bi sedan endamên HDPê jî di rojevê de ye. Parlamentera Colemêrgê û Hevseroka KCDê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest bi grêva birçîbûnê kiribû û ligel ku Leyla Guven hate azadkirin jî Guven li mala xwe grêva birçîbûnê di roja 93an de didomîne. Li gorî daneyên HDPê jî piştî biryara Guvenê 48 jê jin 295 girtî û li Hewler, Galler, Strazburg û Torontoyê jî 18 siyasetmedar û aktivîst bi tevahî 320 kes niha di grêva birçîbûnê de ne.

Hevserokê HDP Sezaî Temellî daxuyand ku rewşa Guvenê ber bi xirabûnê ve diçe û ger hikûmet çareseriyekê peyda neke dê berpirsê encaman jî ew be.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî got: "Her roja ku diçe, her roja ku em derengî dimînîn de şertên tenduristiya Leyla Guven xirabtir dibe. Ji bo bilindkirina dengê Leyla Guven divê çi hebe em bikin. Me li parlamentoyê du rojan nobeda edalet, aştî û demokrasiyê girt û me xwest em bal bikişînin ser grêvan. Divê di vî warî de hikumet berpirsyariya xwe bîne cih. Yên ku hêj van grêvên birçîbûnê nabînin ne tenê kêşeyan mezin dikin bi van kiryarên xwe jiyana hevalên me ku di grêvê de ne jî dixin talûkeyê de. Ger di vê proseyê de geşadanên xirap pêk werin, berpirsê vê desthilat e."

Li aliyê din Eren Erdemê parlamenterê berê yê CHPê jî di girtîgehê de 8 rojan di grêva birçîbûnê de mabû û bi banga rayêdarên CHPê grêva xwe bi dawî kiribû. Cîgirserokê CHPê Yildirim Kaya rave dike ku ew grêva wek rêyeke têkoşînê nabînin.

Cîgirserokê Giştî yê CHPê Yildirim Kaya ji K24ê re got: “Di demokrasiye de gelek riyên têkoşînê heye. Lê belê greva birçîbûnê him di warê tendurîstiyê de hem ji bo laş û hem jî ji bo derûniya mirovan zirar e. Grêva birçîbûnê ne karekî ye ku bi tena serê xwe were kirin. Di çarçoveya mafên mirovan de hewce ye ji bo jiyanê mirov bijî. Ez dibêjim divê hin rêyên din werin ceribandin û wisa têbikoşin. CHPê jî ev fikarên xwe bo Eren Erdem rave kirin û Erdem jî grêva xwe bidawî kir."

Leyla Guven ji ber dijî derketina operasyona Efrînê û parvekirinên ser torên civakî di 31ê Çilêya sala 2018an de hatibû girtin û Guvenê di 8ê Mijdara sala 2018an dest bi grêva birçîbûnê kiribû û hêj li mala xwe didomîne. Herwiha Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ji 15ê Çilêya 2019an vir ve di grêva birçîbûnê de ne