Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê û li gel Emar Hekîm civiya

Herdu alî li ser wê yekê jî hevdeng bûn, ku pêwîst e Hikûmeteke bihêz were pêkanîn û di astê berpirsatî û bicîkirina daxwazên gel û pêşkêşkirina xizmetkariyên pêwîst de be.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gihişte Bexda û li gel, rêberê Şepêla El-Hikme Emar Hekîm civiya.

Nivîsgeha ragihandinê ya Serokê Şepêla El-Hikme ragihand, ku Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm civiyane û dawîn pêşhatên rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyeke wê nivîsgehê, herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin, ku pêwîst e di dema destûrî de, berbijarek ji postê Serokatiya Iraqê re bê diyarkirin.

Her li gorî heman daxuyaniyê, herdu aliyan tekez kirine, ku ezmûnên berê piştrast kirine, ku di meydana siyasî ya Iraqê de, pêwîstiya hemû aliyan bi hev heye.

Herdu alî li ser wê yekê jî hevdeng bûn, ku pêwîst e Hikûmeteke bihêz were pêkanîn û di astê berpirsatî û bicîkirina daxwazên gel û pêşkêşkirina xizmetkariyên pêwîst de be.

N.O