Partiyên Kurdistanî: Divê êrîşa Tirkiyê bê rawestandin

Partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê, bi daxûyaniyek hevbeş Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê bi daxûyaniyek hevbeş Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Divê Êrîşa Tirkiyê Bê Rawestandin û Arteşa Tirk Herçî Zutir Ji Kurdistana Rojavayêbaşur Derkeve

Hêzên Çekdarên Tirk, guhê xwe neda nigeranî û hişyariya micid a bîruraye navnetewî û prensîbên Koma Mîletan a Serweriya Welatan binpê kir û êrîş kire ser Kurdistana Rojava.
Mafê jiyanê mafê serekî ya mirovî ye û şer binpê kirina mafê hanê ye. Şerê paqij nîne û şer bona gelên sîvîl ziyanbehş e. Êrîşa hanê, ku ji niha ve bûye sedema kuştina dehan sîvîl û kavil bûne mal û avahiyan, wekî ku karbidestên hikumeta Tirkiyê dibêje xizmeta cîgir bûna aramî û aşitiyê nake, barovajiya vê yêkê aloziyê kurtir dike, ku li Suriyê, Tirkiyê û Rojhilata Navin heye.
Karbidestên hikumeta AK Partî rast nabêjin. Heya niha ji Kurdistana Suriyê çu êrîş li ser Tirkiyê nehatiye kirin û çu hewl nehatiye dayin, ku li ser “Asayişa Netewiya Tirkiyê” bibe gef.
Hêzên siyasî yên Kurdistana Rojavayêbaşur her tim destê aşitiyê dirêjî Tirkiyê kirine. Lê belê Tirkiyê ne tenê deste hanê negirt, her usa bi gor siyaseta dîrokî ya dewleta Tirk a derheqa pirsa Kurd tevgeriya û kêyan û pêşhatiyên Kurdistana Rojavayê wekî xeter li ser asayişa netewiya xwe nişan da.
Ev yêka hanê û neyartiya dewleta Tirk bo xebata gelê me di beşen dinê Kurdistanê da, sedema bingehîn a êrîşên dawî ne. Êrîşa hanê, bi tank û top û firoke va, praktize kirina siyaseta “bila Kurd dayka xwe nebine” ye.
Li Tirkiyê faşîst û nijadperestan di her derfetek da êrîş dikine ser Kurdan. Êrîşa hanê dibe pirtir bûna êrîşên faşîst û nijadperestên Tirk, û li Tirkiyê alozî û girjiyê nav civakê kurtir dike.
Hikumeta AK Partî dibe, ku bi heceta bûyerên dawî Rewşa Awerte rabigihine û bi kar anîna maf û azadiyen, ku herku çûye kêm bûye, betal bike.
Her muşek û guleyê top, ku bo ser Rojhilata Firat têne avêtin, dibe sedema piçuktir bûna paruyên gel, ku ligel gelek pirsgirêkên aborî rû bi rûne û di bin zêdetir kirina bahayên kel û pelan da dinalin.
Bi kurtî, baca êrîşên hanê Kurd, hevwelatî û hêzên demokrasî wê bidin.
Ji bona vê yêkê partî, rêxistin û tevgerên siyasî, ku navê me li jer in, daxwaz dikin, ku êrîşên hanê bêne rawestandinê û Erteşa Tirk herçi zûtir ji Kurdistana Başurêrojava derkeve.
Em bangê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka, komelgehên Rojava û bîrurayê cihanê dikin, fişara xwe li ser Tirkiyê zêdetir bikin, daku êrîşa xwe rawestine.
Divê hêzên demokrat, aşitî û azadixwazên Tirkiyê û saziyên sîvîl, dengê xwe li hembere êrîşê hanê bilind bikin.
Diyarbekir, 11 Cotmeh 2019
Hareketa Azadi, DBP, HDP, KKP, Partîya Azadi, PDK, PDK-T, PİA, PSK