Tirkiye hewla girtina riya di navbera bajaran dide

Peyamnêrê K24ê da zanîn, şer û pevçûnên giran li bereyên Serê Kaniyê û Girê Sipî di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên HSDê berdewam e û Tirkiye hewla birîna riya di navbera bajarên Rojavayê Kurdistanê de dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, şer û pevçûnên giran li bereyên Serê Kaniyê û Girê Sipî di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên HSDê berdewam e û Tirkiye hewla birîna riya di navbera bajarên Rojavayê Kurdistanê de dide.

Ev di demekê de ye, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şervanên HSDê piştî kuştina 17 çekdarên mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve, karîn bajarê Serê Kaniyê bi temamî kontrol bikin.

Li gor nûçeya Rewangehê, şervanên HSDê karîn 17 çekdarên mîlîşyayan bikujin û di wî şerî de 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dan û şer berdewam e.

Amaje bi wê jî kir, duhî mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve bi pêş ve hatibûn, lê îro HSDê karî taxa Pîşesaziyê ya Serê Kaniyê kontrol bike.

Peyamnêrê K24ê di nûtirîn zanyarî de aşkere kir, firokeyên Tirkiyê derdora kampa Îsayê bombebaran kir û hewl dide riya navdewletî ya di navbera bajaran de kontrol bike.

Di wê derbarê de Rêveberiya Xweser  belav kir, bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyê, bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Herwiha Rêveberiya Xweser bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Komkara Erebî û hemû rêxistinên mirovî kir, ku bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin, ta rê li ber karesatekê bigirin, ku dê bandora wê ne tenê li ser Sûriyê hebe, belkû dê li ser hemû aliyan hebe.

 

S. B