Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin

Peyamnêrê K24ê li devera Germiyanê da zanîn, li Xaneqînê şeva bûrî çekdarên DAIŞê li navçeya di navbera Gulal û Qeretepe de êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û di encamê de 2 leşkerên Iraqê û 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di wê derbarê de endamê Encûmena Navçeya Qeretepe Selah Baban ji K24ê re ragihand, çekdarekî DAIŞê xwe vedizî nava hêzên Iraqî û xwe di nava wan de teqand.

Got jî: Di encama pevçûnan de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan di destê hêzên Iraqê de ne û 4 çekdarên din ên DAIŞê  de jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, her şeva bûrî çekdarên DAIŞê bi Hawinan êrîşî ser rêbendeke hêzên Iraqî li Gulala û di encamê de 3 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Demek e çekdarên DAIŞê li çend navçeyên Iraqî û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û ji ber valahiya ewlehiyê dest bi êrîşan kirine.   

S. B