ENKS bang li civaka navdewletî dike: Êrîşa Tirkiyê rawestînin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û bi binpêkirina yasayên navdewletî binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û bi binpêkirina yasayên navdewletî binav dike.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gefên xwe li dijî bicih anîn û êrîşî herêmên sînorî yên Kurdistana Sûriyê kirin.

ENKS dide zanîn, ev êrîşa Tirkiyê ku binêkirina yasayên navdewletî ye, bûye sedema ku heta niha hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd û birîndar bibin û hejmareke mezin ji xelkê gund û bajarên xwe bicih bihêlin û koçber bibin.

ENKS amaje bi kiryarên wan grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re êrîş dikin, dike û dide zanîn, wan grûpan li Efrînê gelek kiryarên kuştin û revandina welatiyan, dizî û talankirina mal û milkên welatiyan kirine, beşdariya wan di vê êrîşên de metirsiyeke mezin li xem xekê çê dike.

ENKS tekez kir jî, beşdariya grûpên çekdar ên bi piştevaniya Îtîlafa opozîsyonê Sûriyê tê, ENKS wê yekê şermezar dike.

ENKS di daxuyaniya xwe de êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û diyar dike ku Tirkiye dixwaze koçberên Sûrî li herêmê bicih bike û guhartina demografî li herêmê çê bike. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û welatên Erebî dike bi erkên xwe rabin û êrîşê rawestînin.

 

S. B