PDK-Sê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di peyamekê de pîrozbahî araste Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re, xêr û xweşî ji gelê Kurdistanê û pêşveçûna Herêma Kurdistanê xwast.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya PDK-Sê di peyama xwe de ragihand, hilbijartina we ji bo Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê qonaxa girîng ji dîroka gelê Kurdistanê de, amajeyek bo girîngiya rola we di raperandina erk û stûbariyan bo xizmeta Kurdistan û gelê wê de ye, herwiha amajeyeke ron e ji pêşketin û duristiya projeya netewî ya Kurdistanê re ye, ku Mistefa Barzaniyê Nemir bingeha wê daniye û Serokê têkoşer Mesûd Barzanî rêbertiya wê dike.

Herwiha got: Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê piştevaniya xwe ji we re tekez dikin û ev piştevaniya me ji baweriya me bi dirustbûn û hêza rêbaza Kurdatiyê (Rêbaza Barzaniyê Nemir) tê, ber bi kar û xebata hevbeş bo bicihanîna daxwaz û armancên gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê.