Nûnerê Trump serdana Herêma Kurdistanê dike

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de James Jeffery, biryar e îro serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de James Jeffery, biryar e îro serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e James Jeffery îro serdana Hewlêrê bike û destpêkî bi Serok Mesûd Barzanî re bicive û piştre, bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Serdana Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye, di heyama hefteya bûrî de DAIŞ êrîşên xwe li navçeyên Kurdistanî zêde kirine.

 

S. B