Li Diyarbekir û Colemêrgê 18 rêveberên HDP û DBPê hatin binçavkirin

Îro danê sibê Asayîşa Tirkiyeyê li 2 bajarên Bakurê Kurdistanê dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) operasyoneke berfireh kirin û avêtin ser malan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê Asayîşa Tirkiyeyê li 2 bajarên Bakurê Kurdistanê dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk  (DBP) operasyoneke berfireh kirin û avêtin ser malan.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê Hesen Kosen da zanîn, li bajarê Diyarbekirê û Colemêrgê 18 rêveberên HDP û DBPyê hatin binçavkirin. 

Hat zanîn Hevserokên Colemêrgê yên HDP û DBPyê jî di nava girtiyan de ne û bi piştgirîkirina grêva birçîbûnê ya Leyla Gûvenê tên tohmetbarkirin.

Parlementera HDPê Leyla Guven îro 28 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji sê rojavan ve hejmarek parlemanterên HDPê di greva birçîbûnê de ne û duh jî Hevseroka HDPê Perwîn Buldan û 9 parlementerên HDP dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Parlemantera HDPê Saliha Aydeniz ji K24ê re da zanîn, Leyla Guven jibo tecrîda li ser birêz Ocalan ketiye grevê, rast e îro greva birçîbûnê ya 38 parlemanterê HDPê bidawî dibe, lê heta tecrîd neyê şikandin çalakiyên HDPê dê berdewam bin.

 

 

S. B