Îran hewara xwe dibe Netewên Yekgirtî
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îran daxwazê ji Netewên Yekgirtî dike, ku alîkariya wê bike û dorpêça Amerîkî ji ser wê hilweşîne.
Nûnerê Îranê di Netewên Yekgirtî de Xulam Elî Xuşrû ragihand, ku dorpêçên Amerîka li ser welatê wî tekalî û neyasayî ne û daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî kir, ku dorpêç û sizayên Amerîkî ji ser Îranê rakin.
Xuşrû di nameya xwe de ji Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonyo Goteres re ragihand, ku biryarên Amerîka ji derveyî yasayên navdewletî ne û pêwîst e Netewên Yekgirtî li dijî wan sizayan raweste.
Herwiha navhatî daxwaza helwesteke ciddî beramber dorpêç û sizayên Amerîka kir, ku duh 5ê Mijdarê, li dijî Îranê hatin sepandin.
N.O