Xwendekarekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê pileyek bilind bidest anî

Xwendevanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê dimîne , û di pola 12an de kariye 93 pileyan ji 100 bi dest bîne û bikeve di nav rêza xwendevanên Yekem de , ser vê yekê jî Konsûlê Fransa li Herêma Kurdistanê piştgîriya darayî dide wî xwendevanî da ku li Zanîngeha Kurdistanê berdewamiyê bide xwendina xwe.

K24- Hewlêr

Hêviya wî ku  bibe Pizîşkekî Penceşêrê, û li va Zankoya Kurdistan ya li Hewlêrê xewna wî dest pêk dike û dibe rastî,

Mihemed Dara yek ji ew xwendevanên serkeftî yê Pola 12eya beşê zanistî  di nav penaberên Rojavayê Kurdistanê da ye, û wî karî ye pileya 93 ji 100 bi dest xwe bîne,

li ser va pileya bilin ya Mihemed,  Qunsilê Firensayê li Hewlêrê di gel zankoya Kurdistan dest bi piştgîriya xwedina Mihemd û xewna wî ya pizşkî dikin, serokê Zankoyê jî vê destpêşxeriyê quslilê frensayê bilind dinerxîn.

Mihedm ku ev 6 salin ji ji bajarê qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê penaberî Kempa Kewrgoskê yê ser bi Hewlêrê ve bûye, behsa zehmetiyên xwe dike bo pêkanîna hêviyê xwe.

Qunsilê Firensayê li Hewlêrê pişgîriya xwe ji bo xwenevanên Penaber bi awayekî berdewam tîne ziman

Li gor jimareya ku Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Deoqratî Kurdistanî Rojava belav kirî ye, tenê li Hewlêrê û kmapên Derdorê, 33 xwendevanên serkeftî ji  pola 12eya hene, Mihemd jî yek ji wan xwendevanên herî serkftîtire û êdî dighe xewna xwe.