Heftîya Dahatî meşq û rahînanên hevpeyamanan bi hêza Pêşmerge careka din dest pê dike

Wezareta Pêşmerge aşkera dike, ragirtina Meşq û rahînanan bi hêzên Pêşmerge demkîye û di heftîya dahatî de careka din dê dest pê bike. Serokê komîteya peywendîyên derve di perlemana Kurdistanê de daxwaz ji Emerîkayê kirîye careka din bi biryara xwe de vehere sebaret bi Herêma Kurdistanê û Egera wê yekê jî aşkere dike. ji roja Çarşembîya bûrî ve, Hevpeymanên şerê dijî Daişê meşq û rahînan bi hêzên Îraqî û Pêşmerge ragirtin û têkelkirina Hewlêr û Bexdayê jî di vê biryarê de karvedanên xwe hebûn.

K24- Hewlêr

Hevpeymanên şerê dijî Daişê meşq û rahînan bi hêza Pêşmerge ragirtin. Ev biryar jî piştî wê yekê hat ku Emerîkayê ragehand, gef li hêz, rawêjkar û bingehên serbazîyên wan hatine kirin.

Wezareta Pêşmerge jî aşkere dike, ragirtina meşq û rahînanan bi hêzên Pêşmerge, sedema wê asayîşîye û bi awayek demkîye û di hefteya dahatî de careka din meşq û rahînan dê dest pê bike.

Têkelkirina Hewlêr û Bexda di pirsa  metirsîyên hêrişkirine ser hêzên Emerîkayî karvedanên cuda bi dûv xwe re anîn. Di perlemana Kurdistanê de daxwaz ji rêveberîya Tiramp dihê kirin careka din bi biryara xwe re  vehere li ser Herêma Kurdistanê; çunku li Herêma Kurdistanê ti hêzên serbazî nîne ku şerî bi wekalet bo Îranê bike û Herêma Kurdistanê ji alîyê sîyasî, serbazî û asayîşî ve ji Îraqê cudaye.

Piştî 2003yê ve, hêzên Emerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê bingehên serbazî hene, nemaze jî li Herêma Kurdistanê. Ji wê demê ve li başûr û bakura Îraqê bi hezaran serbazên Emerîkayî û rawêjkarên wê hatîne kuştin û gef li wan dihê kirin , lê heya niha li Herêma Kurdistanê ti serbazekê Emerîkayî nehatîye kuştin û gef jî li wan nehatîne kirin, lew jî têkelkirin a Hewlêr û Bexdayê karvedan jê çêbûn û daxwaz ji Emerîkayê dihê kirin careka din bi biryara xwe re vehere.