Li gundekî Mêrdînê perwerde li ser darekê tê dayîn

Li gundê Birêmiyê perwerde bi şêwazeke cudawaz tê dayîn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li gundê Birêmiyê yê Qosera Mêrdînê di dibistanê de bi şêwazeke cawaz perwerdeyeke rengîn bo xwendekaran tê dayîn. Di hewşa dibistanê de li ser darê xaniyek hatiye avakirin û xwendekar di wî xaniyê rengîn de perwerdeyê dibînin ku bi vê yeke xwendekar jî ji dibistanê bêhitr hes dikin.

Li gundê Birêmiyê ya girêdayî Qosera Mêrdînê bi hevkariya xwendekar û mamosteyên dibistana gund di warê perwerdeyê de şêwazeke cawaz û balkêş derketiye holê. Di dibistana gund de di hewşê de li serê darê xaniyek rengîn hatiye avakirin. Di vî xaniyî de xwendekar pirtukan dixwînin û her wiha nêzîkî xwezayê dibin. Xaniyê li sere darê hatiyî çêkirin wek xaniyê Bungalov jî tê binavkirin ku bi piranî ji aliyê xwezaparêzan ve tê bikaranîn. Gerînendeyê dibistana gund Yûsûf Dûyan amaje dike ku ew dixwazin li aliyekê dibistan û perwerdeyê bidin heskirin û li aliyekê jî nêzîkî xwezayê bin.

Gerînendeyê Dibistanê Yûsûf Dûyan ji K24ê re got: "Rojekê em li hewşê runiştibûn. Mamosteyek me heye navê wî Şerîf e. Me ji hevre got em ji bo xwendekaran cihek ê xwendinê çêbikin. Me got bila tiştek cawaz be. Çêkirina vî xanîyî hat bîra me. Em bi malbatên xwendekaran jî şewirîn. Wan jî alîkarî da me û me dest pê kir."

Xwendekarên dibistanê ji xaniyê ser darê gelek hes kirine. Mamoste û malbatên xwendekaran didin zanîn ku piştî xaniyê ser darê hatî avakirin êdî xwendekar ji dibistanê narevin û perwerde jî di çavê wan de şêrîntir bû ye. Nîştecîhê gundê Birêmiyê Hacî Emer amaje dike ku berê wî neviyên xwe bi zorê dibir dibistanê lê niha neviyên wî bi xwe dikevin deste wî û dixwazin demildest biçin dibistanê û xaniyê ser darê bibînin.

Hacî Emer dibêje: "Pir xweş çê bûye. Zarok tên bi keyfa wan e. Zarok berê zêde nedihatin dibistanê lê niha ji dibistanê hes dikin. Niha piştî dibistanê jî dibêjin em biçin dibistanê. Dixwazin her dem li dibistanê bin."

Di dibistana gundê Birêmiyê de di warê perwerdeyê de projeyên cawaz û balkêş didomin, mamoste niha di hewşa dibistanê de baxeke botanîk çêkirine ku perwerdeya hilberînê dê were dayîn, dîsa di hewşê de pirek hatiye çêkirin û xaniyê xwezayê jî ber bi dawîbûnê ve diçe. Mamosteyên gundê Birêmiyê bang dikin di perwerdeyê de tişta girîng ew e ku divê berî her tiştî xwendekar ji perwerdeyê hes bikin, bo vê yekê jî divê ji dibistanê hes bikin.