Partîyên Kurdistanî bersiva PKKyê didin

Axivtinên Doran Kalkan, endamê Desteya rêvebiriya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) gotibû: Nabe tenê başûrê Kurdistanê azad be, yan divê hemû azad bin yan jî nabe tenê başûr azad be. Evê axivtinê pişkek mezin ji partîyên başûr anîye deng û wan partîyan helwêst wergrtin.

K24- Silêmanî

Hekîm Ûbêd, endamê Civata Nîştîmanîya Bizava Goranê, dibêje: Eger parçeyeke Kurdistanê rizgar bibe, wê çaxê xizmeta parçeyên din jî dike. Herweha bi pêwîst dizane ku Kurd li parçeyên din bi rêya gotûbêj û danûstandinan ve mafên xwe bi dest bînin û pirsgirêk û nakokîyên xwe çareser bikin.

Li ser helwêsta Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê jî, li beranber axivtinên kalakan, Enwer Husên,endamê Mekteba ragehandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, dibêje: Axivtinên Kalakan xizmeta piroseya aramî û aştîya Herêma Kurdistanê nake.