Hêzên Rûsî û Tirkî çavdêriya rewşa Til Rifatê dikin

Piştî şer û pevçûnên çend rojan, hêzên Tirkî û Rûsî gereke hevbeş ya çavdêriyê li bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê encam dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî şer û pevçûnên çend rojan, hêzên Tirkî û Rûsî gereke hevbeş ya çavdêriyê li bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê encam dan.

Serokê Navenda Lihevatinê ya Rûsî li Sûriyê Alexei Pachin di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneyên Polîsên Leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li bajarokê Til Rifatê, Hirbil û Şêx Îsa  ku navçeyeke kêmkirina aloziyan e encam dan.

Ev di demekê de her car şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkî yên li Efrîn û Ezazê û YPGê de li derdora Til Rifatê derdikevin û artêşa Tirkiyê gundên navçeya Şêrewa û gundê devera Şehbayê topbaran dike.

Roja 9ê vê mehê jî YPGê baregeheke Tirkiyê li gundê Kîmarê yê Efrînê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûbû.

Berî çend rojan jî Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, welatê wî gavên cidî davêje ji bo Til Rifatê û Girê Spî bixe nava “herêma ewle”

Bajarokê Til Rifatê dora 25 K.M li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê YPGê de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve zêdetir ji 200 hezar Efrînî derbiderî Til Rifat û derdora wê bûne.

 

S. B