Çekdaran 5 kes ji gundekî Efrînê revandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 5 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar El Hemzar roja 5 û 8 vê mehê 5 welatî li gundê Satiya ya ser bi Cindirêsê ve revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Wê rêxistinê navên kesên hatine revandin aşkere kir, Imad Ehmed Zêno, Lezgîn Ehmed Zêno, Elî Ehmed Zêno, Tewfîq Husên Qereçol û Îso Henan Qereçol in.
Da zanîn jî, grûpên çekdar ji bilî dizîna zeytûna cotkarên gundê Satiya, bi awayekî rojane daran ji daristana li derora gund jî dibirin û wek êzing difiroşin.
S. B