Sûriye.. Mûşekên S-300 li ser Îsraîlê dibin gef

Kovara Amerîkî National Interest di raportekê de amaje bi wê dike, sîstema mûşekî ya S 300 piştî ku li Sûriyê erkê rûbirûbûnê pê hat spartin, li ser hêzên esmanî yên Îsraîlê dibe gefeke metirsîdar.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kovara Amerîkî National Interest di raportekê de amaje bi wê dike, sîstema mûşekî ya S 300 piştî ku li Sûriyê erkê rûbirûbûnê pê hat spartin, li ser hêzên esmanî yên Îsraîlê dibe gefeke metirsîdar.

Ew kovara Amerîkî ku taybetmend e bi karûbarên ewlehî û bergîriyê, dibêje, rêjîma Sûriyê dê vê sîstema mûşekî ji bo fişarê bixe ser Îsraîlê bikar bîne.

Li gor kovara Amerîkî, wêneyên ku heyva destkird “Eros-B” a Îsraîlî girtine diyar dike, sîstema beravniyê ya mûşekî S 300 berî çend roja erkê şer pê hatiye spartin û bi awayekî berfereh hatine belavkirin.

Nivîskarê raportê dibêje, bileznekirina danîna sîstema S 300 li Sûriyê, ne tenê ku pêwîstiya artêşa Sûriyê pê heye, belkû girêdayî bi hişyariya stratejîk a Rûsyayê ve ye. Rûsya naxwaze li esmanê Sûriyê rûbirûbûnek çê bibe, lê dixwaze rê li ber êrîşên Rûsyayê bigire.

Di meha Cotmeha 2018an de Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Shoygu ragihand, Rûsya sîstema berevaniya mûşekî S 300 radestî Sûriyê kir û di heyama 3 mehan de dê artêşa Sûriyê li bikaranîna wê rahênan bike.

Ev jî piştî wê bûyerê hat, ku roja 17ê Îlona 2018an di dema êrîşa firokeyên Îsralî li ser Sûriyê, sîstema berevaniyê ya Sûriyê li firokeyeke Rûsî da û di encamê de 15 leşkerên Rûsî hatin kuştin.

 

S. B