Serok Barzanî û Serokê Partiya Hel rewşa siyasî û ewlehiyê guftûgo kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Partiya Hel a Iraqî Cemal Kerbulî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê hate nirxandin û herwiha tekez li ser palpiştîkirina hikûmeta nû ya Iraqê û bilezkirina proseya temamkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin.
Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser hemahengî û peywendiya di navbera her du aliyan hate kirin.
S. B