Li Helebê 27 sivîl di êrîşeke grûpeke tundrew de bûn qurbanî

Grûpeke cîhadîst gunekî başûrê Helebê topbaran dike û di encamê de 27 kesên sivîl tên kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke cîhadîst gunekî başûrê Helebê topbaran dike û di encamê de 27 kesên sivîl tên kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpeke cîhadîst gundê Widêhî li başûrê Helebê yê di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyê de dide ber topan û komkujiyekê bi serê sivîlan dike.

Da zanîn, di topbaranê de 11 kesên sivîl hatin kuştin, di nava wan 4 zarok in. Herwiha 16 kes jî birîndar bûn, tê pêşbînîkirin ji ber giraniya birînên hinan, hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ji dawiya Nîsan a Îsal ve, Hêzên Hikumeta Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê, dest bi êrîşeke dijwar ser gundewarên Îdlib û Hemayê kiriye û heta niha di encama şerê rêjîmê û grûpên çekdar de bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî û bi sed hezaran jî koçber bûne.

 

S. B