Şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê seredana Moskow dike

Şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê di dawiya vê hefteyê de seredana Moskow dike.

K24- Hewlêr

Şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê di dawiya vê hefteyê de  seredana Moskow dike.

Peyvdara Şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Cînîver Fînton, îro di daxuyaniyekê de ragihand, Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Geir Pêdersen, dê di dawiya vê hefteyê de seredana Moskow bike û dê digel Wezîrê Derve û yê Bergirî yên Rûsyayê bicive.

Fînton got jî, di hefteya bê de, Pêdersen dê seredana Şamê jî bike. Herweha, dê di 29ê vê mehê de, rapora xwe ya derbarî Sûriyê, li Encûmena Asayişa Navdewletî pêşkeş bike.