Balyozên 8 welatan serdana Diyarbekir kirin

Balyozên 8 welatan ên li Enqerê bo dîtin û nasîna dewlemendiyên dîrokî û çandî serdana Diyarbekirê kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozên 8 welatan ên li Enqerê bo dîtin û nasîna dewlemendiyên dîrokî û çandî serdana Diyarbekirê kirin. Geşt ji aliyê nûnertiya Wezareta Derve ya Diyarbekirê ve hat li darxistin. Balyozan amaje kirin ku avahiyên dîrokî yên Diyarbekir bandorke mezin li wan kirine.

Balyozên welatên wek Brîtanya, Polonya, Îran, Kazakîstan, Hîndîstan, Romanya, Kibrisa Bakur û Kirgizîstanê bi organîzatoriya Nûnertiya Wezareta Derve ya Diyarbekir serdana Diyarbekirê kirin. Di çarçoveya serdanê de balyoz li cihên dîrokî yên Diyarbekirê geriyan û berhemên dewlemend ên çandî û dîrokî dîtin. Balyozê Ûkraynayê li Enqerê Andrî Sybîha amaje kir ku dîroka Diyarbekir a zindî û avahiyên dîrokî bandoreke mezin li wî kirine.

Balyozê Ûkrayna li Enqereyê Andrî Sybîha li ser sardana xwe bo Diyarbekir jî K24ê re got: "Bi dîroka xwe ya qedîm û avahiyên xwe yên bedew Diyarbekir bajarek teybet û girîng e. Ev cara yekem e ez têm. Piştî ku min dît min got başe ku ez hatim û li vê derê geriyam. Ji bo geşt û guzariyê bajareke guncav e."

Balyozên 8 welatan bo berhemên dîrokî yên Diyarbekirê eleqeyeke mezin nîşan dan û anîn zimên ku ev cara yekem e serdana Diyarbekirê dikin û dîroka wê hêjayî dîtin û zwendinê. Balyozê Îranê li Enqerê Muhemmed Farazmand bal kêşand ku geştên wiha dê bibe wesîleya zêdetir geştiyaran di navbera Diyarbekir û Îranê de.

Balyozê Îranê Muhemmed Farazmand dibêje: "Diyarbekir bajereke dîrokî ye. Navê Diyarbekir tê zanîn. Gelek kes dixwazin Diyarbekirê bibînin. Ez bawer im Diyarbekir dikare bibe yek ji navendên geşt û guzariyê. Ji Îranê jî ji sala bê pê de dê gelek geştiyar berê xwe bidin Diyarbekir. Bajarek bibandor û hêja ye."

Balyozên ku serdana Diyarbekirê kirine, nûnertiya wan welatan dikin ku herî zêde bi Tirkiyê re bazirganiyê dikin. Nûnerê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li Diyarbekir Mete Yagli jî amaje kir ku ew dixwazin bazirganiya bi van welatan re di warê geşt û guzariyê de jî were pêşxistin û kompaniyên geştê ê van welatan bo sala 2020ê bikêşin Diyarbekir.