Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê hat raspardin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi mersomeke herêmî Mesrûr Barzanî bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard.
Navê Mesrûr Barzanî ji aliyê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibû pêşkêşkirin û li Parlemantoya Kurdistanê bi piraniya dengan hatibû kandîdkirin.
Li gor peyrewa navxwe ya Parlemantoya Kurdistanê, tenê 30 roj li pêş Mesrûr Barzanî heye, ta kabîneya nehem a Hikûmetê pêk bîne.
Di rêûresma raspardina Mesrûr Barzanî bo pêkanîna kabîneya nû de, her yek ji Seroka Parlemantoya Kurdistanê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweran amade bûn.
S. B