Lavrov bo K24: Mafê Kurd bi riya Şamê tê diyarkirin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, mafê Kurd bi riya destûra Sûriyê re, dê mîna tevahiya pêkhateyên din yên Sûriyê bê parastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, mafê Kurd bi riya destûra Sûriyê re, dê mîna tevahiya pêkhateyên din yên Sûriyê bê parastin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Behrênê de di bersiva pirseke Kurdistan24ê de ragihand, Mosko bi aliyên Kurdî yên Sûriyê re di derbarê pêşeroja Sûriyê de di guftûgoyan de ye.

Li ser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, Lavrov got: Serokê Sûriyê Beşar Esed û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ji rêkeftina Rûsya û Tirkiyê razî ne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: Baweriya me bi mafên Kurd û mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê heye. Mafên Kurd bi riya Şamê re tê diyarkirin.

Lavrov diyar kir jî: Şêrê di navbera HSD û artêşa Sûriyê de, dê berjewendiya Amerîka de be.

Tekez kir, HSD bi kûrahiya 30 K.M ji hejmarek ji navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re vekişiyaye û HSD piştevaniyê li wê rêkeftinê dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, guhartina helwesta Amerîka di dema dawî de, bandor li HSDê kiriye û hejmarek ji serkirdeyên HSDê hene, pişta xwe bi Amerîka ve girê didin, ev jî ne di berjewendiya wan de ye.

 

S. B