Bi vîdyo.. bi sedema burdûmana Tirkiyê hevwelatîyek şehîd bû

bi egera burdûmana Tirkiyê, li taxa Beşîrîye ya Qmişlo çend malan agir girt û kuştî û birînda jî hene.

K24- Hewlêr

bi egera burdûmana Tirkiyê, li taxa Beşîrîye ya Qmişlo çend malan agir girt û kuştî û birînda jî hene.

Li gor girteyeke vîdyoyî ku ji alîyê HSDyê belavkirîye, termê hevwelatîyekî di nav kolaneke taxa Beşîrîye kevtîye û agir jî ber bûye dû malan, lê heya niha amara qurbanîyan bi hûrî nehatîye belavkirin.

Li gor zanîyarîyên nûçegihanê Kurdistan24, herdû pêkhateyên Kurd û kirîstîyan li taxa Beşîrîye akincî ne.

Evro Çarşembîyê, 9/10/2019 serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan destpêkirina hêrişa welatê wî bo ser Rojavaya Kurdistanê ragehand û supayê Tirkiyê bi firokeyên F16 burdûmana deverên sinûrî dike.