Tirkiye sînorê “devera ewle” aşkere dike

Tirkiye hewl dide “devera ewle” li Rojavayê Kurdistanê dirust bike, ajansa “Anadolu” jî hêl û sînorên wê deverê aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye hewl dide “devera ewle” li Rojavayê Kurdistanê dirust bike, ajansa “Anadolu” jî hêl û sînorên wê deverê aşkere dike.

Piştî twitta Serokê Amerîka Donald Trump a berî sê rojan a  tê de gotiye: “heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê abûriya Tirkiyê were jinavbirin. Herwiha got ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhê jî li pêş koma partiya li Parlemantoya Tirkiyê got, ew bi awayekî erênî pêşwaziya pêşniyara Trump a dirustkirina herêmeke ewle dikin û heger Hevpeyman alîkarî bin, Tirkiye bi xwe dikare herêma ewle ava bike û nabe YPG li herêma ewle hebe.

Li ser gotina gotina Erdogan jî, ajansa Anadolu hêla ku ew devera ewle lixwe bigire diyar kir, ku dê bi kûrahiya 32 K.M û dirêjahiya 460 K.M be û ji gundê Sirîn a li başûrê rojavayê Kobanê destpê dike û ta bajarê Qamişlo diçe. Herwiha gund û bajarokên wek, Sirîn, Kobanê, Girê Spî, Serê Kaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Til Koçer û Dêriyê dikevin hundir wê deverê.

Li ser dirustkirina devera ewle ji aliyê Amerîka ve, Berpirsê Komîteya Dîplomasî ya TEVDEMê Aldar Xelîl dibêje, ew tu carî herêma ewle, ku ji hêla Tirkiyê ve were dirustkirin, qebûl nakin.

 

S. B