ENKS: 12 Adarê Roja Şehîd a Kurdî dîwarê tirsê şikand

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li gelê Kurd dike Roja Şehîd a Kurdî 12ê Adarê bi pêxistina mûman û serdana gorên şehîdan bibîr bînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li gelê Kurd dike Roja Şehîd a Kurdî 12ê Adarê bi pêxistina mûman û serdana gorên şehîdan bibîr bînin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de belav kir, gelê Kurd li Sûriyê Roja Şehîd a Kurdî di roja Serhildana 12ê Adarê 2004an de bibîr tîne, ku di wê serhildanê de bi dehan qurbanî li ser destê rêjîma Beis hatin şehîd bûn û birîndar bûn û herwiha dikanên gund û bajarên Kurdî jî hatin dizîn û şewitandin.

ENKSê dibêje: Serhildana 12ê Adarê dîwarê tirs û hovê şikand û destpêka rasteqîne ya şoreşa Sûriyê di 2011an de bû.

ENKS dibêje: Kurdistana Sûriyê di qonaxeke pir bi gef û metirsî re derbas dibe, ev yek jî daxwaza yekrêziyê û girêdana bi dozê li ser bingeha projeya niştimanî û netewî ya Kurdî ji me dike, ku ezmûna Efrîna Kurdistanî ji encama bazareke navdewletî û siyaseta PYDê û lîstina bi çarenivîsa gelê Kurd û pêşeroja wî bû. Ji vir ve em bang li civaka navdewletî û welatên pêwendîdar dikin, grûpên çekdar yên dizî, kuştin û jinavbirina jiyana civakî li pêş çavên Tirkiyê dikin ji Efrînê derbixin û herêmê radestî xwediyên wê yên rastî û rewa bikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat jî, ENKS di dema Roja Şehîd a Kurdî bibîr tîne, tekez dike ku xwîna wan vala naçe û dê xebata xwe ya aştiyane bi hemû hêzên aştîxwaz û azadîxwaz re berdewam bike, ta hemû daxwazên gelê Kurd ên azadî û rûmetê li kêlek hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bicih bibin.

Di dawiyê de ENKS bang li gelê Kurd dike, êvara 12ê Adarê mûman vêxînin. Roja 12ê Adarê di demjimêr 11:00de 5 xulekên bêdeng rawestin û serdana gorên şehîdan bikin û baxên gulan danin ser goran.

 

S. B