Peyamek ji Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi bone ya pesindkirina yasa ya çaksazîyê ji alîyê Perlemana Kurdistanê ve, peyamek ragehand:

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi bone ya pesindkirina yasa ya çaksazîyê ji alîyê Perlemana Kurdistanê ve, peyamek ragehand:

Deqa peyamê:

 

Destxweşîyê li perlemana Kurdistanê dikim  ji bo pesindkirina pirojeyasa ya çaksazîyê. Ev pêngaveka dîrokî ye ber bi Kurdistaneka bihêztir. Ev piroje pişkeke giringe ji karnameya kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê bû bo bersivdana xwazt û daxwazîyên hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bo encmadna çaksazîyê. Armanc jî, ji wê dûbare rêkxistina xercîyên giştî û bicîkirina dadperwerîyê bo fermanberan û kesûkarên serbilindên şehîndan û Pêşmergeyên qehreman.

 Piştî pêkhînan kabîneya nehema hikumetê Herêma Kurdistanê li Temûza sala bûrî, me destbicî komîteyek bilind jii hikumetê pêkhîna bo pêdaçûn û bihêzkirina reşnivîsa pirojeyasa ya çaksazîyê.

Hevwelatîyan diltenah dikîn ku deqa dawîyê ya wê yasayê, diltenahîyeka giring têde heye derbarê mûçe û îmtîyazatên fermanberan û mûçedaran bi awayekê ku kesên hejî mafên wan paraztî be.

Çaksazî piroseyeka berdewame û tevaya kertan ji xwe re digere. Ev yasa jî girûv û belgeheka zelal a dîye li ser pabendbûna hikumeta Herêma Kurdistanê bi sinûrdananê bo gendelîyê û hewildan bo jinavbirina wê. Herweha pêngaveka giringe jî, ber bi hikumeteka Modêrin û ruhin û baştirkirina xizmetguzarîyan û xizmetkirina gevwelatîyên Herêma Kurdistanê bê cudahî ku aramanca serekî ya evê hikumetê.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

16/1/2020