Teqînek li Kerkûkê rûda

Li taxa Pêncî Elî, li bajarê Kerkûkê, bombeke çandi li nêzîk otombêleka polîsan teqî. Nûçegehanê Kurdistan 24 ragehand ku ji encma wê teqînê polîsek şehîd bû.

K24- Kerkûk

Li taxa Pêncî Elî, li bajarê Kerkûkê, bombeke çandi li nêzîk otombêleka polîsan teqî. Nûçegehanê Kurdistan 24 ragehand ku ji encma wê teqînê polîsek şehîd bû.

Li gor zanyarîyan, ew teqîn li nêzîk mizgefta Ebdullah bûye û otombêleka polîsan kirîye armanc.

Di vî warî de, çalakvanên torên civakî, bi rê ya Fêsbûkê ve behsa wê yekê kirîne, ku ew bomb li jêr tanka gaza miwelîdeyeke elikitrîkê teqîye û li nêzîk cihê rawestandina mefrezeyên polîsên tengavîyên Kerkûkê bûye.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand,  ku di encama wê teqînê de polîsek şehîd bûye.

Di rûpelea taybet bi nûçeyên Kerkûkê amaje bi wê yekê hatîye dan, polîsekê Kurd bi navê (Karwan Ûsman Yasîn birîndar bûye û zîyaneka maddî ya  mezin jî bi cihê teqînê ketîye.