Amerîka hêzeke zêdetir dişîne sînorê Iraqê

Li Tirkiyê bajarê Kocaeliyê li navçeya Îzmitê, di navbera polis û leşkeran de pevçûn derket û di encamê de 6 polis birîndar bûn û 7 leşker jî hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlekariyê li parêzgeha Enbarê aşkere kir, karwaneke otombîlên leşkerî yên Amerîkî gihîşt navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê de û li wir bicih bûn.

Li gor nûçeya ajansa “Anadolu”, ew hêz 490 K.M li rojavayê Enbarê li navçeyên sînorî yên di navbera Iraq, Sûriye û Urdinê de bicih bûye.

Ji aliyekî din ve efserekî artêşa Iraqê da zanîn, ew hêza Amerîkî ji binkeya Erîn Esed 30 K.M li rojavayê Rumadî ber bi navçeya Tinifê çûye.

Ew jêder amaje bi wê dike, bicihbûna wê hêzê hevdem e ligel dawî operasyona HSDê ya kontrolkirina dawî rûbera di destê DAIŞê de li navçeya Baxoz a başûrê rojhilatê Dêrazorê ye.

Ta niha desthilatdarên Iraqê û rêveberiya Amerîka ti daxuyaniyek derbarê tevgera wê hêza Amerîkî belav nekirine.

  

S. B