Demîrtaş daxwaz ji rojnameyeke Fransî dike li dadgeha wî amade be
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş dibêje: "Heta niha 5 hezar endamên partiya me, 58 serokên şaredariyan û 9 parlamenter, wek min hatine girtin."
Selahadîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe nameyek ji rojnameya Frensî “Le Mond” birê kir û ji wan xwast roja 12ê Berçileyê di dadgehkirina wî de amade bin û ji nêz ve bişopînin.
Hevserokê berê yê HDPê Demirtaş dibêje: “Hûnê bibînin çawe 5 hezar endamên partiya me, 58 serokên şaredariyan û 9 parlamenter, wek min hatine girtin."
Demirtaş bi rêya parêzerên xwe daxwaza hevkariyê ji ragihandina Ewropa û rojnameya Le Mondê dike.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê 21ê Mijdarê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kiribû ku Selahedîn Demîrtaş were berdan. Lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxwaza dadgehê red kiribû.
S. B