Hevpeymaniya (Berhem Salih) navê xwe guherand
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hevpeymaniya Demokratî û Dadmendiyê, ku berî niha (Berhem Salih) serokatiya wê dikir, bi piraniya dengan biryara berdewamkirina karên xwe da.
Îro Partiya Hevpeymanî ji bo Demokratî û Dadmendiyê civîna xwe ya giştî li Hewlêrê lidar xist û di gotarekê de, endamê Desteya Damezrêner Mihemed Reûf ragihand, ku mana Hevpeymaniyê ji vê qunaxê û pêşerojê re giring e û got jî: Hevpeymaniyê nehişt Kurdistan rastî kirîzên bêtir bê û emê kar ji bo berfirehkirina azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê bikin.
Herwiha di civînê de, amadebûyan deng li ser navê Hevpeymaniyê dan û navê bi Hevpeymaniya Niştimanî guherandin.
Biryar e jî, Hevpeymaniya Niştimanî di civînê de, demekê ji bo lidarxistina kongirê xwe yê giştî destnîşan bike.
N.O