Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
K24- Hewlêr
Serokatîya Herêma Kurditanê di daxuyanîyekê de bûyera evro ya Hewlêr ê şermezar kir û ragehand, tekez dikîn ku rê nadîn asayîşa Herêma Kurdistanê bihê alozkirin û dûvçûn û vekolîn jî bo girtina tawankaran berdewame heya ew dihên vedîtin û digehin sizayên xwe.
Deqa daxuyanîyê:
Bi tundî wê tawankariya tirsinok şermezar dikîn ku nîvroya îro li Hewlêrê karmendekî Konsolxaneya Tirkiye û hemwelatiyeke Herêma Kurdistanê kiriye armanc û li encamê da her dû yan canê xwe ji destdan û hemwelatiyeke din jî birîndar bûye.
Di demek da pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyan dikîn û hêviya başbûna bi lez ji bo wî birîndarî dixwazîn, dûpat dikîn ku rê nadîn asayîşa Herêma Kurdistanê bê aloz kirin û dûvdaçûn û lêkolîn ji bo destgîrkirina tawankaran berdewame, heta ku bêne peydakirin û bigihin sizayên xwe.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
17.07.2019