Soylu: Em li hemberî “terorê” bêdeng nabin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê di derbarê destdanîna ser şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn û Wandê de, ew li hemberî “terorê” bêdeng nabin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand: HDPê hewl daye Tirkiyê bi riya şaredariyan bike navenda “terorê”. Wan jî di çarçoveya yasayan de bersiv dane û çavên xwe ji terorê re nagirin.
Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî yê Tirkiyê di 19ê Tebaxê da bi hinceta bangeşeya bo terorê, hevşaredarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin û li dewsa wan Walîyên van bajaran wek "qeyûm" hatin destnîşankirin.
Digel jikardûrkirina şaredarên HDPê yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê, duhî li 29 bajarên Tirkiyê hêzên ewlehiyê operasyonên berfireh kirin û avêtin ser malan û 418 bergûmanên PKK û KCKê hatine desteserkirin.
Li Diyarbekirê jî îro alîgirên HDPê nerazîbûn nîşan dan û li derdora avahiya HDPê kom bûn, lê rastî destêwerdana hêzên ewlekariyê hatin.
Piştre di navbera alîgirên HDPê û hêzên ewlekariyê de alozî derket û hêzên ewlekariyê ji bo belavkirina alîgirên HDPê, ava şid bikar anî.
S. B