Perlemana Îraqê dawî dem bo pirkirina postên vala dide alîyên sîyasî

Bo pirkirina wan postên di kabîneya Adil Ebdulmehdî bi wekalet dihên birêvebirin, Perlemana Îraqê meha 10 a ev sal, wek dawîn dem daye alîyên sîyasî daku berbijêrên xwe radestê Perlemanê bikin.

K24- Hewlêr

Bo pirkirina wan postên di kabîneya Adil Ebdulmehdî bi wekalet dihên birêvebirin, Perlemana Îraqê meha 10 a ev sal, wek dawîn dem daye alîyên sîyasî daku berbijêrên xwe radestê Perlemanê bikin.

Perlematarek jî aşkera dike, pişkek ji alîyan navên berbijêrên xwe şandine û hikumeta Herêma Kurdistanê jî li gel bexdayê ewan postên xwe yekalî dike.

Berpirseke goranê jî aşkera dike, wan daxwaz pişkek ji wan postan kirîye, lê serok wezîrê Îraqê bi fermî bersiva wan nedaye.

24ê/10/2019 dawî roje ji alîyê Perlemana Îraqê bo alîyên sîyasî daku berbijêrên xwe bo wan postan bişîn in ewên bi wekalet dihên birêvebirin. Ew post jî birîkarên wezîr û rêvberên giştî û çend postên din yên bilind in.

Ew postên ku bi wekalet dihên birêvebirin nêzîkî 400 postane û pişkek ji wan bi ber kurdan dikevin.

Perlematareke Partîya Demokrata Kurdistanê jî dibêje, şanda Hewlêr di rûniştina xwe ya dahatî de li gel Bexdayê pirkirina wan postan yekalî dike.

Herweha dibêje: Li gor rêjeya kursîyan postan didin Kurdan. Derbarê pişikkirina wan postan jî di navbera alîyên sîyasîyên Kurd, got: Di navbera alîyên sîyasî de gotûbêj destpêkirine.

Di hikuemeta niha  ya Îraqa Fedral de, tenê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) pişikdarî di hikumetê de kirine û li gor pişikdarîkirinê be, ew post tenê bo PDKû YNKyê dibin.