Ozçelik: Em nikarin doza xwe bi hilbijartinên Tirkiye asê bikin

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, bêşdarî bernameya ROJEV a Kurdistan24 bû ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, bêşdarî bernameya ROJEV a Kurdistan24 bû û liser Hilbijartinên Herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, sekna Partiya Azadiya Kurdistanê, Hevpeymaniya PAK û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û  xebatên di vê çarçoveyê de nirxand.

Mustafa Ozçelik destnîşankir ku, Doza Kurd li bakurê Kurdistanê nikare di sîbera hilbijartinên Tirkiye de xwe asê bike û vê proseya bike xebatek sereke. Hilbijartinên Parlementoya Tirkiye û Hilbijartinên Herêmî jî platformek in, ku dikarin bên bikaranîn, lê doz gelek ji wê mezintir e. Hilbijartinên herêmî jî, ji yên Parlementerî giringtir bi wesf kir. Rêvebiriyên herêmî/şaredarî derfeta pêkanîna bernameya nêzîkahiya gel e. Divê rewşa Tirkiye rast bê nirxandin, desthilat û dewlet gava dixwaze, dest datîn e ser Parlementeran û Şaredaran jî. Desteserkirin û girtina parlementerên HDP, sepandina Qeyyûman li bakurê Kurdistanê, nîşana vê yekê ne. Li Tirkiye ya îro, garantiya tiştekî nîn e, gava dewlet tiştek ji xwe re wekî xeter destnîşan dike, bi yekdengî berê dide ser û dixwaze têk bide. Bi taybetî jî, beramberî destkeftiyên Kurd.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) got; “Divê hilbijartinên Tirkiye di proseya doza Kurdistanê ya dûvûdirêj de neyê mezin kirin. Ger em bikaribin wan wekî destkeftiyek di berjewendiya doza xwe bikar bînin – ya rast ew e”.

Liser xebata ku tevgera Kurd hewl bide, bibe navendek diyar li Tirkiye, ku bikaribe bandor û fişara xwe li siyaseta Tirkiye, Kurdistanê û qada navneteweyî de jî hebe… Ozçelik anî ziman: “Partiya Azadiya Kurdistanê, her bi wê hişmendiyê tevgeriya ye. Ji roja damezrandina xwe ve, doza pêkanîna Platforma Kurdistanî kiriye. Encamên hilbijartinan çi bibin bila bibin a girîng helwêsta Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye. HDP wekî hebûn xwe Partiyek Kurdistanî binav jî nake, nasnameya xwe wekî partiyek Tirkiyeyî destnîşan dike. Bi wan re, di hilbijartinên Parlementerî me xwest tifaqê pêkbîn in, lê wan herçend liser 6 xalan me li hevûdu kiribû, dinav proseyê de ew rêkeftin binpê kirin.

Niha di hilbijartinên herêmî de tifaqa me ligel Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) heye, tifaqek liser bîngehê daxwazên neteweyî-demokratîk û destnîşankirina namzedên neteweyî-demokratîk. Ligel aliyên din ên Kurdistanî, platformên sivîl-demokratîk, rêvebirên civatê hevdîtinan lidar bixin û namzedên xwe di van çarçoveyan de destnîşan bikin”…