Amirî pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Di peywendîyeke telefonî de li gel Nêçîrvan Barzanî,serokê Herêma Kurdistanê, Hadî Elamirî, emîndarê giştî yê Rêkxistîya Bedir pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî xwazt di erkê xwe yê nû de serkevtî be.

K24- Hewlêr

Herweha  Amirî hêvî xwazt wergirtina postê serokê Herêma Kurdistanê ji alîyê Nêçîrvan Barzanî ve bibe sedema akincî û pêşveçûna zêdetira Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî. Hevahengî û hevkarîyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de baştir bike bi armanca çareserkirina arîşeyan û rûbirûbûna terorê.

Ji alîyê xwe ve serokê Herêma Kurdistanê supasîya Amirî kir bo wê peywendîya telefonî û pîrozbahîkirina wî û tekez jî kir li ser hevkarî û hevahengîya zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fîdral de û çareserkirina arîşeyan bi rêya danûstandinan û gotûbêjan.