Polîsên Silêmanîyê red dike teqe li Meko ya Gorranê hatibe kirin

Evro Bizava Gorranê ragehand berpirsekê YNKyê ( Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê) gef li Meko ya serekî ya Bizava Gorranê kirîye û dûv re jî hêriş hat kirn bo ser Helsûrrayê Wê bizavê li girê Zergete, lê di xynîyekê de Polîsa Silêmanîyê ew nûçe red kir.

K24- Hewlêr

Di daxuyanîyekê de ji alîyê Polîsa Silêmanîyê ve, ku wêneka wê gehiştîye Kurdistan24, hatîye: Li demjmêr 1:30 şeva bûrî girjî û alozî dikeve  di navbera komeke çekdar û pasevanên nexweşxaneya Enwer Şêxe. Çekdaran vîyaye bi zorê bikevin di nav nexweşxaneyê de û çekdaran hêrşkirin ser pasevanan û teqe çêbûye li pêş nexweşxaneyê û dûr ji mekoya serekîya Bizava Gorranê.

Herweha têde hatîye: bi egera wê bûyerê kesek bi navê R. F birîndar bû û hêzên polîsan zû gehiştin  cihê bûyerê û birîndar veguhaztin bo nexweşxaneyê, lê bi egera dijwarîya birînê  canê xwe ji dest da.

Di pişkeke dî ya daxuyanîyê de hatîye, Polîsên Silêmanîyê red dike ku teqe li Meko ya Bizava Gorranê hatibe kirin.

Di wê daxuyanîyê de hatîye, li gor vekolînên destpêkî yên hêzên polîsan, derkevtîye ku bi ti awayekê teqe li Meko ya serekî ya Bizava Gorranê nehatîye kirin, tenê arîşe di navber a çekdaran û pasevanên nxweşxaneyê bûye.