Iraq: Em rê bi hebûna bingehên serbazî nadin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî digel Wezîrê Berevaniya Amerîka bi wekalet Patrick M. Shanahan civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê tekez dike, ew rê bi hebûna ti bingehek serbazî li Iraqê nadin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî digel Wezîrê Berevaniya Amerîka bi wekalet Patrick M. Shanahan civiya û di civînê de, Serokwezîrê Iraqê ragihand, Bexda bi pêwendiyên digel Washingtonê pabend dibe. Derbarê hebûna hêzên Amerîka jî Ebdulmehdî got, karê hêzên Amerîka tenê rahênana hêzên Iraqî ye û rûbirûbûna terorê ye ne tiştek din, û tekez jî kir, ew hebûna binkeyên Serbazî yên Amerîka li Iraqê qebûl nakin.

Adil Ebdulmehdî tekez jî kir, Biryara Iraqê serbixwe ye û ne di bin hejmûna ti welatekî de ye, li hember de jî Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand, erkê hêzên wan li Iraqê rahênana hêzên Iraqî û jinavbirina paşmayîyên DAIŞê ye.

 

 

C.B