Brîtanya û Fransa razî dibin hêzên zêdetir bişînin Sûriyê

Brîtanya û Fransa daxwaza Amerîka erê kirin û li ser şandina hêzên bejayî yên zêdetir bo Rojavayê Kurdistanê Sûriyê razî bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanya û Fransa daxwaza Amerîka erê kirin û li ser şandina hêzên bejayî yên zêdetir bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê razî bûne.

Rojnameya “The Guardian” a Brîtanî da zanîn, ji bo dagirtina valahiya vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, Brîtanya û Fransayê li ser şandina hêzên bejayî bow ê welatî razî bûne.

Wê rojnameyê li ser zarê berpirsên Amerîkî belav kiriye, Brîtanya û Fransa amade ne hejmara hêzên xwe yên taybet li Sûriyê bi rêjeya ji sedî 10 ta 15 zêde bikin. Ew jî bi armanca şerê li dijî şanên razayî yên DAIŞê bikin.

The Guardian diyar kir jî, berî miha kovara “Foreign Policy” amadebûna Parîz û Londonê ji bo şandina hêzên zêdetir bo Sûriyê aşkere kiribû û tekez kiribû, ew yek serkeftinek e ji tîma Serokê Amerîka Donald Trump e.

Demek e Amerîka ji welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dike ku hêzên zêdetir bişînin Sûriyê, ji bo valahiya vekişandina hêzên Amerîkî dagirin.

Lê berî du rojan Almanya daxwaza Amerîkî red kir û Peyvdarê Hikûmetê Steffen Seibert  got: “Di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de, Almanya hemû erkên xwe bicîh anîne. Di nav van erkan de, şandina hêzên bejahî nîn e”.

Herwiha ta niha jî Îtalya wê daxwazê gengeşe dike û ti biryara dawî nedaye.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2018an de behsa planên vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiribû, ku hejmara wan dora 2 hezar leşker in, lê piştre gotibû ewê 400 leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bihêle.

 

S. B