Tirkiye: Me gurzeke kujek li pirojeya Emerîkayê da li Suriya

Wezareta Derveya Tirkiyê radigehîne, Emerîka bêrêzîyê beranber welatê wan dike.

K24- Hewlêr

Wezareta Derveya Tirkiyê radigehîne, Emerîka bêrêzîyê beranber welatê wan dike.

Wezareta derve ya Tirkiyê di ragehandinekê de, bersiva Civata Pîrên Emerîkayê dide û ragehandîye, Waşintun bêrêzîyê bi serwerîya asayîş û netweyî ya Tirkiyê dike.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, Emerîka dixwazt piojeyekê li bakûra Sûriya, lê Tirkiyê gurzeke kujek li wê piroje ya Emerîkayê da û nehêşt serkevtî be.

Komîteya peywendîyên derve di Civata Pîrên Emerîkayê de, piroje yasayek pexsind kir bo sepandina sizayan bi ser Tirkiyê re bi sedema kirrîna sîstema berevanîya S400 a Rûsiyayî û herweha bi sedema operasyonên wê bo ser Rojavaya Kurdistanê û ew piroje yasa bo serokatîya Civata Pîran bilind kirîye.

Ev yasa sizayayên hanê piştî  ku dihêt pesindkirinji alîyê Civata Pîran ve, dûv re dihêt şandin bo Donald Tiramp, serokê Emerîkayê, heke wajû bike, ew siza dikevin warê cîbicîkirinê de.