Patriyark Îgnatyos Afram ê Duyem: Erkê Mesrûr Barzanî peyama xizmetkirina pêkhateyên Herêmê ye

Serokê Kilîseya Siryanî ya Erzesokis li Cîhanê Patriyark Îgnatyos Afram ê Duyem peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Kilîseya Siryanî ya Erzesokis li Cîhanê Patriyark Îgnatyos Afram ê Duyem peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got: Bi dana baweriyê bi kabîneya nû ji aliyê Parlemana Kurdistanê ve, xweşhal in û erkekî mezin danî ser milê we bo xizmetkirina tevahiya pêkhateyên Herêma Kurdistanê.

Patriyark Îgnatyos Afram ê Duyem dibêje: Xweşhal in bi bihîstina nûçeya serkeftina dewletmedariya we bo wergirtina baweriya Parlemana Kurdistanê û pêkanîna Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê – Iraqê û ev berpirsatiyeke mezin dixe ser milê we.

Herwiha dibêje: Erkê we peyameke birûmet e bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê re û bizav e bi hevkariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bo pêşxistina geşekirina Herêmê.

Di beşeke din peyamê de hatiye: “Bi navê xwe û bi navê kilîseya me ya Siryanî li Herêma Kuridtsana Iraqê, germtirîn pîrozbahî pêşkêş dikin. Ji xwedê mezin hêvîdar in, keda we serkeftî bike û bi taybet bo parastina ewlehî û aramiya Herêmê di bahoza qeyranên li navçê ji her aliyekî ve rû didin de.”

Di dawiya peyamê de Serokê Kilîseya Siryanî ya Erzesokis li Cîhanê dibêje: “Daxwaz dikin tendurist û serkeftî bin û Herêma Kurdistana Iraqê berdewam bipêş bikeve û geş bibe û rêza me qebûl bikin.”   

 

S. B