Îran bi hêvî ye pêwendiyên Hewlêr û Tehranê bihêz bibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran hêvîdar e pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi pêş ve bibe û pêwendiyên Tehran û Hewlêrê bihêztir bibin.
Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî bi boneya raspardina bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir û hêvî xwast, pêwendiyên Hewlêr û Tehran di warên cuda de bi pêş ve biçin.
Duhî 12 Hezîranê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi pêkanîna kabîneya nû raspard û ji bo pesendkirinê jî divê Mesrûr Barzanî pêkhateya wezarî di heyama 30 rojî de pêşkêşî Parlemantoya Kurdistanê bike.
S. B